Di nava 3 rojan de, di şerê li Siwêda û êrişên Îsraîlê li dijî Sûriyê 300 kes hatin kuştin.
Niha li Siwêdayê di nava kolanan de, şer dinavbera komên Durzî û çekdarên hikumeta veguhêz a li Sûriyê de berdewam e.
Navenda çavdêriya Mafên mirovan a Sûriyê eşkere kir ku hejmara kuştiyan gihaştiye 300.
Li gorî wê, ji wan 82 kes dinav de zarok û jin ji Siwêda û dora 160 çekdarên hikumeta vehuêz a li Sûriyê ne.
Niha jî dinavbera komên durzî û çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyê de şerê kolanan heye.
Ji bo rê li ber girtina belavbûna sûcên ku li Siwêdayê tên kirin, Hikuemta veguhêz a li Sûriyê li parêzgeha Siwêda Enternêt û eleketrîk qut kiriye.
Hem xwextî vê, çekdarên hikumeta veguhêz a li Sûriyê bi balafirên bêmirov û çekên giran, Siwêdayê topbaran dikin.



