Bi nêzikbûna salvegera 13. ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê re li Navenda Çand û Hunerê a Reqayê xebat dewam dikin.
Komên hunerê yên Kurdî û Erebî ji bo beşdarbûna şahiyan amadekariyan dikin.
Nazmî Şêx – rêveberê Ofîsa muzîkê yê bajarê Reqa
Hevseroka Navenda Çand û Hunerê Kewser Şêx Ehmed diyar kir ku di şahiyê de wê sê hunermend bi Kurdî û Erebî stranan bêjin û koma Finûn El-Şehbiyê a dîlanê jî wê bi govendan beşdarî şahiyê bibin.
Kewser Şêx Ehmed- hevseroka navenda çand û hûnera Reqa
Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê, Şoreşa 19’ê Tîrmehê di sala 2012’an de li Kobanê dest pê kir.
Di sala 13’an de jî bandora vê şoreşê li ser herêmê û cîhanê dewam dike, û di encama şoreşê de pergaleke demokratîk ya mînak li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava buye.



