Berdevka Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ew dixwazin li Sûriyê aramî pêk were û da zanîn ji bo Sûriyê federalîzm jî çareseriyek e lê divê gel bîryara wê bide.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce li Washingtonê daxuyaniya çapemeniyê da û rewşa li Sûriyê nirxand.
Bruce diyar kir Amerîka piştgiriya êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyê nake û got,
“Amerîka ji bo bi dawîkirina aloziyê û pêkanîna agirbestê di navbera Îsraîl û Sûriyê de xebatên dîplomatîk didomîne.”
Têkildarî pirsa, “federalîzm an jî xweserî gelo dikare li Sûriyê pêk were an jî bibe çareserî” Bruce got:
“Gelê Sûriyê xwe weke Sûriyeyî dibînin. Her hikumet wê çawa bê avakirin, wê nûnertiya çi bike, wê gelî wî welatî bîryara wê bide.
Lê divê bi hêmanên herî bingehîn ên mîna aramî, binesazî û aştiyê bê destpêkirin. Em jî alîkariya vê yekê dikin.
Demên ku herkes nehatin beşdarkirin me dît bê çi qewimî. Em dixwazin pêşî li Sûriyê aramî pêk were.
Piştî wê jî wê li ser mijarên din bê sekinandin.”
Derbarê êrişên li dijî Durziyan de jî Bruce diyar kir, dibe ku cîhadistên biyanî û DAIŞ’î jî beşdarî van êrişan bûne û di vê mijarê de pêdivî bi lêpîrsîneke zêde heye.



