Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Iraqê got ku cihê rastîn yê dronên ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê hedef digirin hatiye destnîşankirin û îspat bûye ku ji cihekî diyarkirî di nav axa Iraqê de ne.
Têkildarî mijarê Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Iraqê Sebah Numan daxuyaniyek da û got:
“Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî fermana avakirina komîteyek lêpirsînê ya asta bilind daye.”
Di encama şopandina komîteyê jî ev encam hat bidestxistin:
“Çavkaniya dronên ku di êrişan de hatine bikaranîn hate destnîşankirin.
Drone ji cihekî diyarkirî li axa Iraqê hatine avêtin.
Aliyên ku di pêkanîna û hevrêzkirina operasyona dijminane de beşdar bûne jî hatine destnîşankirin.”
Analîzek teknîkî ya berfireh a pergalên kontrol û ragihandinê yên ku di xebitandina dronan de têne bikar anîn hatiye kirin.
Vê yekê rê da ajansên îstîxbaratê ku agahdariyên berfireh berhev bikin ku piştgiriya encamên lêpirsînan dikirin.
Komîteya lêpirsînê piştrast kir ku hemû dronên xwekuj ên ku di êrişê de hatine bikar anîn ji heman curî ne.
Ev nîşanek eşkere ya wê yekê ye ku aliyê êrişkar hemane û yek alî ye.



