Sunday 2026/06/14
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Kongra Star: Bi hevgirtin em ê bibin hêza veguhertinê li Sûriyeyê

July 19, 2025
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Kongra Star: Bi hevgirtin em ê bibin hêza veguhertinê li Sûriyeyê
Share on FacebookShare on Twitter

Kongra Star salvegera şoreşa 19`ê tîrmehê pîroz kir diyar kir ku ” bi hevgirtin û îtîfaqa  me a bi hev re em ê bibin hêza dînamîk u guhertin û veguhertina li Sûriyeyê.

Kongra Star bi boneya salvegera 13`mîn a şoreşa 19`ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

“19’ê Tîrmeha 2012’an, roja ku gelê me bi îradeya diyarkirina çarenûsa xwe rabû ser piyan û dest bi pêvajoyek veguherîna civakî ya radîkal kir. Îro, em salvegera 13’mîn a vê şoreşê pîroz dikin. 

Pêvajoya ku bi avakirina meclîsên gel li Kobanê dest pê kir, veguherî pêvajoyek avakirinê li ser bingeha prensîbên azadiya civakî, wekheviyê û li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû.

Şoreşa Rojava bi xebata kolektîf û îradeya gel, bêyî ku xwe bispêre destwerdana derve, pêş ket. Armanca van gavan ne tenê guhertina şêweyekî hikûmetê, tevahiya jiyanê bû.

Jinan hêza pêşeng a vê pêvajoyê pêk anîn. Jinan di her warî de însiyatîf girtin, rêxistina xwe afirandin, beşdarî mekanîzmayên biryardanê bûn û parastina xwe pêş xistin.

Wekî Kongra Star, me jî xeta azadiya jinan a ku bi şoreşê re geş bû, berfireh kir û ew gihand roja îro.

Ev têkoşîn, ku ji hêla jinên Kurd ve hatiye destpêkirin, niha bi jinên Ereb, Asûrî, Ermenî, Durzî, Elewî û Êzîdî re bûye hêviyeke mezin.

Li ser baweriya ku jin dikare sedsala 21. da pêşengtiya aşitiyê bike damga xwe li guhertin û veguhertinê da û dide.

Em bidestxistina azadiyê ji bo hemû jinan, bêyî ku nasname, bawerî, çand û zimanê wan çi dibe bila bibe, wekî armanca xwe ya bingehîn dibînin.

Îro li Sûriyeyê avahiyên ku dixwazin dengê jinan bitepisînin, ji nû ve tên vejandin. Yên ku navendîbûnê didin pêş, rêziknameya Şerîetê diparêzin û hişmendiya zayendperest, Olperest ji nû ve hilberînin, gefê li ramana jiyana hevpar a di navbera gelan de dixwin.

Ev nêzîkatî, ku di bin navê destûreke nû û pêvajoya veguhêz de îradeya jinan di danûstandinan de înkar dike, ne çareserî berovajî krîzeke kûrtir temsîl dike.

Peymana civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser beşdariya wekhev a nasname û baweriyên cihêreng hatiye damezrandin.

Cihê jinan di sîstema hevserokatiyê de, xwerêxistinkirina wan di sektora parastinê de û modela jiyana komunal a ku di her aliyê civakê de misoger dike, nîşanên berbiçav ên vê hevpeymanê ne.

Şoreşa Rojava bi saya vê peymanê, ku bi keda jinan hatiye hunandin, kariye bijî. Divê Sûriyeyeke nû li dora prensîbên naskirina îradeya gelan, hêza biryardanê ya jinan garantî dike were ava kirin ku hemû rengên civakê bi awayeke aştiyane û hevbeş bi hev re bijîn.

Di demeke ku gelê Kurd û gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi germahî li benda pîrozbahiya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmeh’ê ne, gelên Sûriyê ên xwedî baweriyên cuda îro di bin qirkirina hêzên tundrew û hevkarên wan de ne.

Komkujiyên li ser gelê me Elewî, Durzî pêktên, daristanên wan tên şewitandin, Kuştin, revandin, tecavuz û firotina  jinan weke şermeke mezin li ber çavê hemû cihanê pêk tê.

Di van demên dawîde ev hêzên tundrew ev êrîşên hovane birine ser gelê me ê Suweydayê.

Heman senaryoya li beravê pêkhatî îro li Suweydayê li ser gelê Durzî pêk tê.

Me di nava vî şer û qeyranê de helwesta Jinên birûmet dîtin ki jin çawa dikare bibe hêza çareseriya pirsgirekên civaka xwe ku li hemberî Hovitiya pêk tê, berxwedaniya wê dide nîşan.

Jin hêvî û baweriya xwe, di pêşerojêde ji bo Sûriyeyek demokratîk, nenavendî û mafê jin têde parastî be dengê xwe bilind dikin.

Jinên Durzî û Elewî îro baweriya xwe bi têkoşîna jinên Kurd û rêveberiya wê a demokratîk de dibînin. Ji bo wê weke Rêxistina Kongra Star em dibêjin ku dengê jinan ên li heremên Sûriyê, bilind dibe wê bê bersiv nemîne, destê ku tê hildan wê li hewa nemîne. 

Em weke rêxistina Kongra Star di wê baweriyêdene ku hevgirtin û îtîfaqa  me a bi hevre ve emê bibin hêza dînamîk u guhertin û veguhertina di Sûriyê de.

Pêvajoya ku îro tê jiyan kirin li ser hemû jinên di Sûriyê de jiyan dikin, ferz dike ku em di rojên pêşiya me de mekanîzmayên xwe a parastinê û rêxistinê xurt bikin. 

Weke Kurdên Bakûr û Rojhilatê Sûrî li dora hêzên xwe ên parastine YPJ û QSD bisekinin. Ji bo wê jî pêwîste her jinek di vê pêvajoyêde parastina xwe a cewherî xurt bike.

Ev weke erkek li ser milê me hemûyane û serkeftina me wê bi hevre be. Bedelên wê çi dibin bila bibin dawiyê serkeftin wê ya azadîxwaz û demokrasîxwazan be. 

Îro, em soza xwe ya ji bo Şehîdên xwe, Hemû Jin, Gel û Rêhevalên ku Şoreşa Rojava pêk anîn dubare dikin. Bi biryardariya berdewamiya têkoşîna xwe bê navber, em ê parastina ronahiya azadiyê ya ku li van axan şîn dibe bidomînin.”

Previous Post

NÛÇE JIN

Next Post

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşa Rojava ji bo me bû çavkaniya hêzê

Weşana girêdayî

Li Dirbêsiyê 2 şervanên QSDˊê hatin oxirkirin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li Dirbêsiyê 2 şervanên QSDˊê hatin oxirkirin

Asayîşê daxuyaniyek hişyariyê da: Li dû kesên bi guman neçin!
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Asayîşê daxuyaniyek hişyariyê da: Li dû kesên bi guman neçin!

Zanîngeha Kobanê û Navenda Kurdî ya Lêkolînan peymana hevkariyê îmze kirin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Zanîngeha Kobanê û Navenda Kurdî ya Lêkolînan peymana hevkariyê îmze kirin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye