Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê diyar kir ku êrişên li ser Siwêdayê berdewama êrişên DAIŞ’ê û Cehbeh El Nûsra ne û da zanîn ku ew ê li dijî êrişên li ser wan berxwedana xwe bidomînin.
Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê têkildarî şer û êrişên ên li dijî Siwêdayê daxuyaniyek da.
Meclisê diyar kir ruhê berxwedanê yê ku xelkê bajêr di sala 2018ˊan de li dijî çeteyên DAIŞˊê nîşan dan ew ruh îro li hember êrişên hovane yên li dijî wan dewam dike.
Meclisê destnîşan kir ku êrişên li dijî Siwêdayê berdewama êrişên DAIŞˊê û Cebhet El Nusra ne û li ber çav cîhanê êrişkaran sûc pêk anîn.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin bawerî bi çareseriyên aştiyane û diyalogê heye û hate gotin,
“Em hewl didin bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re bigihîjin lihevkirinekê. Bila êriş werin rawestandin û sivîl werin parastin. Lê hîna tu bersiveke cidî nehatiye dayîn û gavên berbiçav ji bo çareserkirina vê krîzê nehatiye avêtin.”
Meclisê ji dezgehên çapemeniyê yên bê alî û saziyên navneteweyî xwest ku bi awayekî lezgîn tev bigerin, sûcên qirkirina komî belge bikin.



