Nivîskara Îranî Rezîta Recaî di çarçoveya lêpirsina ji aliyê dozgeriya Reşt ve hatiye destpêkirin de hat girtin.
Nivîskar Rezîta Recaî ku li bajarê Reşt ê Îranê jiyan dike di 19’ê Tîrmehê de ji aliyê 4’yemîn Şaxa Dozgeriya Reşt ve hate gazî kirin, li vir hat binçavkirin û sewqî girtîgeha Lakan a li Reştê hate kirin.
Dozger Alî Riza Bahşîpur ku lêpirsînê dimeşînê, piştî sûcdariyan biryara kefaleta 500 milyon tumen da.
Lê belê tevî ku malbata wê di heman rojê de pereyê kefaletê razand jî, dadgehê ev qebûl nekir.
Di nava sûcdariyên ku Rezîta Recaî pê tê sûcdarkirin de, ‘Propagandeya li dijî rejîmê’, ‘Belavkirina nûçeyên derew’, ‘Di qadên civakî de gera bê hîzar’ û ‘Agahiyên lêpirsîna destpêkê ya dozger îfşa kiriye’ cih digrin.
Hate zanîn ku Rezîta Recaî niha li girtîgeha Lakan a li Reştê tê girtin.
Nivîskar Rezîta Recaî berê jî di Mijdara 2023’an de hatibû binçavkirin û ji aliyê 3’yemîn Şaxa Dadageha Şoreşê ya Reştê ve 4 sal û 1 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Hate ragihandin ku ev ceza hê nehatiye înfazkirin.



