Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li benda bersiva hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ye ku karwanê alîkariyên mirovî bişîne Siwêdayê. Farûq El Maşî bal kişand ser astengiyên ku hikumeta veguhêz derdixe.
Der barê dosyaya şandina karwanên alîkariyan de, hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El Maşî diyar kir ku amadekarî bi dawî bûne, alîkarî di depoyan de hazir in û li benda çûna ber bi Siwêdayê ve ne.
El Maşî aşkera kir ku li pêş şandina alîkariyan zehmetî hene; weke nebûna korîdorek ewle ber bi Siwêdayê ve ku alîkarî bigihînin wir.
Li kêlek wê jî desthilatên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê şandina alîkariyan asteng dikin û hîna ew astengî nehatine zelalkirin. Heta niha ji desthilatên hikumetê tu bersiveke fermî nehatiye.
Lê El Maşî diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi rêya Daîreya Têkiliyên Derve û Meclisa Rêveber hewldanên dabînkirina vê korîdorê û misogerkirina gihandina alîkariyan bi awayekî ewle, didomînin.
El Maşî bal kişand ser alîkariyên ku Rêveberiya Xweser dikare ji xelkê Siwêdayê re pêşkêş bike û got: “Depoyên me tijî alîkarî ne ku gel daye û xebat tê kirin ku ev piştgirî ji xelkê me yê Siwêdayê re bê şandin.”
Berê jî desthilatên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nehişt ku alîkarî ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî herêmên din ên Sûriyeyê bibin, weke peravê. Desthilatan di 12ˊyê Nîsanê de rê neda ku karwana alîkariyên mirovî yên şêniyên herêmê ji bo xelkê perava Sûriyeyê pêşkêş kirine, derbas bibe. Di wê karwanê de 14 hezar paketên xwarinê û tenduristiyê û bi tonan ard hebû.



