Çalakiya rûniştinê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku li Siwîsreyê tê li darxistin, di meha 55’an bibiriyardariyek xurt deam dike.
Çalakiya ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî, her çarşem tê lidarxistin, ket meha 55’an de.
Di vê hefteyê de 13’emîn a Şoreşa Rojava hate silav kirin û siyaseta înkarê ya li dijî gele Kurd şermezar kirin.
Her wekî şehîd Sara Hogir, Cûdî Amed û Hozan Serhat ku di meha Tîrmehê de şehîd bûn hatin bibîranîn.
Piştî deqeyêk rêzgirtin, Hevserokê Navenda Civaka Kurd Osman Tekîn îşaret bi salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê kir û got:
‘Bersiva herî xurt a li hemberî rejîmên ku îro vê statukoyê didomîne, modela çareseriya konfederal a demokratîk a Rêber Apo ye.”
Di dawiyê de Tekîn diyar kirk u li dijî peyamana Lozanê wê meşek di 26’ê Tîrmehê li Lozanê bê lidarxistin.
Ji bo wê jî bang li gel, sazî û partiyên Kurdistanî kirk u beşdarî meş û mitîngê bibin.



