Heyva Sor a Kurd li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi komkirina alîkariyan ji bo Siwêdayê kir.
Di çarçoveya pêngavê de vê sibehê li navendên Hevya Sor a Kurd ên li Dêrik û Girkê Legê kampanyayê dest pê kir û gelek şêniyan alîkarî dan.
Rêvebera Heyva Sor a Kurd a Girkê Legê Meryem Hesen der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: “Trajediya mirovî ya li Siwêdayê hişt em bi lez bikevin nava tevgerê û kampanyaya komkirina alîkariyan bidin destpêkirin da ku destê xwe dirêjî xelkê me yê li wir bikin.”
Li gorî rêveberiya Hevya Sor a Kurd, kampanyaya komkirina alîkariyan dê li tevahiya navendên Hevya Sor a Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidome.
Heyva Sor a Kurd 23’yê Tîrmehê ji bo mexdûrên li Siwêdayê kampanyaya komkirina alîkariyan ragihandibû û destnîşan kiribû ku kesên dixwazin alîkariyê bikin dikarin serdana navendên Heyva Sor a Kurd bikin.
Li gorî Rêvberiya Heyva Sor a Kurd kesên li derveyî Sûriyeyê dijîn û dixwazin alîkariyê bikin, dikarin alîkariyê li ser van hesabên li jêr bikin:



