Li Bazîdê ya navçeya Agiriyê Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ hate lidarxistin û peyamên girîng hatin dayîn.
Kesên axivîn girîngiya yekîtiya Kurdan û avakirina civaka demokratîk anîn ziman.
Bi pêşengiya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Bazîdê ya navçeya Agiriyê bi dirûşma “Ji bo yekîtiyê ber bi aştiyê ve” “Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd” hat lidarxistin.
Hêjmareke zêde welatî, siyasetmedar, nûnerên partiyan û nûnerên saziyên civakî beşdarî konferansê bûn.
Gulcan kaçmaz: Divê di nava Kurdan de yekîtî pêk were
Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axaftina vekirina konferansê kir û diyar kir gelê Kurd sed sal e li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û tunekirinê têkoşîneke mezin da û got,
” Îro rêzdar Abdullah Ocalan, manîfestoyek weşand û ji bo hemû Rojhilata Navîn modeleke aştiyê pêşkêş kir. Divê em li gorî vê bangê tevbigerin. Roj roja gelê Kurd e û divê nava Kurdan de yekîtî pêk were.”
https://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/282880
“Birêz Ocalan ji bo Evînên me yên nîv mayî têdikoşe”
Siyasetmedara Kurd Gulten Kişanak jî di axaftina xwe de bal kişande li ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û got,
“Em îro bi saya pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin li ser yekîtiyê diaxivin.
Birêz Ocalan ji bo ku evînên di dilê me de yên nîv mayî temam bibin têdikoşe. Birêz Ocalan îro vê pêvajoyê li ser bingeha serketinê dimeşîne.”
“Em dixwazin li çar perçeyên Kurdistanê bi serkevin”
Gultan Kişanak girîngiya xurtkirina paradîgmaya nû ya pêvajoyê jî nirxand û wiha dewam kir,
“Em naxwazin berdêlan bidin, em dixwazin li çar parçeyên Kurdistanê bi serkevin. Em dixwazin civakeke demokratîk ava bikin. Di vê dema ku Kurdan derfetên serketinê bi dest xistine pêwîste bi hevre tevbigerin.”
Faîq Bûlût: Piştî hezar salî fersendeke mezin bi destê Kurdan ketiye
Pisporê Rojhilata Navîn Faîq Bûlût jî diyar kir li cîhanê alozîyeke mezin heye, nexşerê û jiyan diguhere û wiha got,
“Tevî vê Kurd jî diguherin. Pêvajoya ji niha şûnde wê zehmet be lê wê rê li ber jiyaneke nû veke. Em hezar sal in mafê xwe dixwazin. Lê hezar sal in cara ewil fersendeke wiha girîng bi destê me dikeve.”
Faîq Bûlût: Ocalan dixwaze Kurdan rizgar bike
Faîq Bûlût da zanîn hêzên cîhanî dixwazin êdî pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û got,
“Eger Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser neke wê li pêşberî xeteriyên mezin bimîne. Ocalan dixwaze Kurdan rizgar bike. Lê Dewlet Bahçelî jî dixwaze dewletê rizgar bike. Kurd li cem kî bisekinin wê ew qezenc bikin. Roj roja yekîtiya Kurdistanê ye. Wê xeyalên Kurdan pêk were.”



