Di çarçoveya kampanya ‘Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan’ de ji 13 welatan 100 jinan xwestin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin.
Jinan serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dan. Her wiha jinan xwestin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe û mafê hêviyê ji bo Rêber Apo pêk were.
Di çarçoveya kampanya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” 100 jinên ji Arjantîn, Gûatemala, Bolîvya, Şîlî, Fransa, Ûrûgûay, Kolombiya, Meksîka, Paragûay, Hondûras, Nîkaragûa, Brezîlya û Ekvadorê, serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dan û nameyeke hevpar pêşkêş kirin.
“Azadiya Ocalan wê rê li ber aştiya cîhanê û Rojhilata Navîn veke”
Jinan di nameyê de û di peyamên ku li ser medyaya dijîtal par ve kirin de diyarkirin pêkanîna azadiya Rêber Apo wê rê li ber aştiya cîhanê bi taybetî ya Rojhilata Navîn veke.
Di peyaman de hate diyar kirin ji bo pêşketina demokrasiyeke rasteqîn û naskirina gelê Kurd, divê Rêber Apo azad be û wiha hate gotin,
” Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan.
Ji ber ku em bandora wî ya li ser doza gelê Kurd û jinan dizanin. Em têkoşîna tevgera jinên Kurd hembêz dikin.
Em femînîstên ji herêmên cuda yên Abya Yala, şandeyekê ava bikin û biçin Tirkiyeyê Abdullah Ocalan bibînin.
Ji bo dîtina Abdullah Ocalan em dixwazin vê kampanyayê berfireh bikin û bimeşînin.
Abdullah Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn esas e.
“Divê ji bo Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê pêk were”
Di nameya ji Wezareta Edaletê ya Tirk re hat şandin de jî hate diyarkirin weke femînîstên ji herêma Abya Yala ew dixwazin serdana Rêber Apo bikin û wiha hate gotin,
“Weke Femînîstan em li Rojhilata Navîn û cihanê pêkhatina aştiyê girîng dibînin û ji bo ev aştî pêk were Abdullah Ocalan xwedî cihekê girîng e.
Divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin. Bi vî awayî ji bo mafê hêvîyê pêk were hemû gavên ku pêwîstin werin avêtin.
Ji bo ku bikaribe rola xwe bilîze û ji bo pirsgirêka Kurd bi awayek demokratîk û adilane çareser bibe, divê tiştên pêwîst bê kirin.”



