Şerê Sûdanê ji 15’ê Nîsana 2023’yan ve didome.
Ev yek bi xwe re gelek karesatên mirovî anî.
Birçîbûn, koçberî, nexweşî û wêranbûn rewşa xelkê di asta dawî de xera kiriye.
Di vê nûçeyê de hurgiliyên rewşa giştî yê Sûdanê ragihînin.
Birînên şerê 23 mehî li herêmê li navenda bajêr, ku wezaret, saziyên hikûmetê û ofîsên mezin ên şîrketan lê ne, bi zelalî xuya dibin.
Pencereyên gelek avahiyan şikestî ne, û hin avahî bi tevahî nayên bikar anîn.
Brînên agir û ofîsên terikandî eşkere dikin ku jiyan li paytextê hîn venegeriyaye rewşa normal.
Hejmara kêm a wesayît û motorsîkletan li kolanan wekî nîşanên yekem ên vegera jiyanê têne dîtin.
Navenda Xartûmê ya paytexta Sûdanê, ku wezaret, saziyên hikûmetê û şîrketên mezin ên giştî û taybet lê ne, ji ber şerên dijwar ên 23 mehan gelek zirar dîtiye.
Pevçûnên dijwar ên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez de li welatê Sûdanê yê Rojhilatê Afrîkayê, ku di 15’ê Nîsana 2023’yan de dest pê kirin, li herêmên cûda berdewam dikin.
Pevçûnên ku li paytext Xartûmê dest pê kirin û bi lez belavî deverên din ên welêt bûn, bûne sedema krîzek mirovî ya mezin.
Şer di navbera artêşa Sûdanê û hêzên piştgiriya bilez de dewam dike
Her wiha cihên stratejîk ên li nav paytext û derdora wê demek dirêj e ku di navbera Hêzên Piştigiriya Bilez û artêşê de şerên dijwar diqewimin.
Lê belê, bi demê re, hevsengî li gorî Hêzên Çekdar ên Sûdanê guherî.
Artêşê di operasyonên berfireh ên ku di 26’ê Îlona 2024’an de dest pê kirin de hêdî hêdî gelek deverên di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Bilez de ji nû ve bi dest xist.
Piştî ku dewletên Sinnar, Cezîre û Nîla Spî girtin, hêzên artêşê di 21’ê Adara 2025a’n de Qesra Serokkomariyê, ku xalek girîng a şer bû, ji Hêzên Piştgiriya Bilez jî ji nû ve bi dest xistin.
Şer wêraniyek mezin li heremên Sûdanê pêk anî
Ev pêşketin xalek werçerxê ya krîtîk di vegera Xartûmê ji bo bin kontrola artêşê de nîşan da.
Di 26’ê Adarê de, hêzên artêşê kontrola navenda paytextê, û her wiha beşên bakur, rojhilat û başûr bi dest xistin.
Di 20’ê Gulanê de, yekîneyên artêşê hêmanên Hêzên Piştgiriya Bilez yên dawîn ên mayî ji Omdurmanê, rojavayê Xartûmê, derxistin û ragihandin ku wan kontrola tevahiya paytextê ji nû ve bi dest xistine.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji ber şer û pevçûnan zêdetirî 11 milyon kes li hundirê welêt bûne penaber, her wiha nêzîkî 4 milyon Sûdanî jî neçar mane ku li welatên cîran penaber bibin.



