Hat ragihandin li Sûriyeyê di meha Îlonê de wê hilbijartinên parlamentoyê bên kirin. Ji sêyan yekê parlamentoyê wê ji aliyê Serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şerî ve bê diyarkirin. Ango ji 210 kursiyan 70 kursî wê Şeri diyar bike.
Li welatekî ku bi demokrasiyê neyê birêvebirin û rêveberiyeke wê ya demokratîk tune be, ti wateyeke hilbijartinan jî nabe û şiklî ye.
Li Sûriyê di dema rejima Baas de jî ti wateya hilbijartinan nebû, û niha dema desthilata Ehmed El Şerî de jî ev yek tê dewamkirin.
Hat diyarkirin wê hilbijartinên parlamentoyê ên Sûriyê di meha Îlonê de bên kirin. Piştî hilweşîna rejîma Baasê wê cara yekemîn be ku hilbijartin bên kirin.
Ehmed El Şerî ji 210 kursiyan wê 70’yî diyar bike
Hejmara giştî ya kursiyên li parlamentoyê, ji 150 derxistin 210’an. 70 ji van kursiyan wê ji aliyê serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şerî ve bê diyarkirin. 140 kursiyên mayî jî qaşo wê bi dengên gel bên hilbijartin.
Di çarçoveya sererastkirina nû de, rêjeya nûnertiyê ya parêzgehan wê li gorî hejmara nifûsê ya sala 2011’an jinûve were sererastkirin.
Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartina Meclisa Gel a Hikûmeta Veguhêz Mihemed Teha El Ehmed ji ajansa SANA’yê re axivî û ragihand ku hilbijartin wê di navbera 15 û 20’ê Îlonê de bên kirin.
Teha Ahmed anî ziman piştî biryarnameya sîstema hilbijartina demkî, komîteyên jêr wê di nava hefteyekê de bên diyarkirin û ev komite jî wê di 15 rojan de desteya hilbijartinê ava bikin.
Ehmed îdia kir ku ji bo jin di saziyên hilbijartinê de herî kêm ji sedî 20 bên temsîlkirin, xebat tên meşandin.
Her wiha anî ziman ku hilbijartin wê ji aliyê çavdêrên navneteweyî ve were şopandin, wê ji bo lîsteyên namzetan û encamên wê mafê îtirazkirinê were naskirin.



