Li Rojhilatê Kurdistanê, jîngehparêz Xebat Emînî û Çiyako Yusif tevî hewldanên tedawî, jiyana xwe ji dest dan û şehîd bû, îro jî bi merasîmeke girseyî li bajarê Sine hatin oxirkirin.
Roja 24’ê Tîrmehê li Çiyayê Awyer yê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê de agirek rûda.
Niştecihên herêmê û jîngehparêz berê xwe cihê bûyerê da ku agir vemirînin.
Li wir jîngehparêz Xebat Emînî, Hemîd Mûradî û Çiyako Yusif Nejad bi giranî birndar bûn.
Piştire ew rakirin nexweşxaniyê, tevî hemû hewldanan Hemîd Mûradî 25’ê Tîrmehê şehîd bû.
Piştî çend rojan jî Xebat Emînî û Çiyako Yusif Nejad jiyana xwe jiyana xwe ji dest dan.
Ji bo oxirkirina wan li goristana Beheşt Mihemedî ya bajarê Sine merasîmek bi heybet hat lidarxistin.



