Di êrişên Rûsya yên li ser Ukraynayê de 17 kes hatin kuştin.
Di vê çarçoveyê de, Serokê DYA’yê Donald Trump helwesta xwe li hember serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn tûjtir kir.
Di êrişeke hewayî ya Rûsyayê ya li herêma Zaporizhzhia ya Ukraynayê de herî kêm 17 kes hatin kuştin û 35 kes jî birîndar bûn.
Cîgirê parêzgerê herêma Rostovê ya li başûrê Rûsyayê Yuriy Slyusar jî ragihand ku Ukraynayê bi dronan êriş bir ser sînorê bajarê Salskê, di encamê de kesek hat kuştin û li îstasyoneke trênê şewat derket.
Têkildarî mijarê, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump helwestên xwe yên li hember Rûsyayê tûjtir kirin.
Trumb got ku ji ber berdewamkirina êrişên Rûsyayê yên li dijî navendên sivîlan ên Ukraynayê, ew ji serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn “bêhêvî” bûye.
Turmp ragihand ku ew ê dema ku berê dabû Putîn ji bo bidawîanîna şer kêmtir bike, li şûna 50 rojan ew ê tenê 10 an 12 rojan demê bide.
Her wiha diyar kir ku pêdivî bi bendêmayînê nîn e. Em tu pêşketinê nabînin.



