Li New York a Amerîkayê êrişa çekdarî pêk hat, 6 kes hatin kuştin.
Rayedaran ragihandin ku polîsek jî hatiye kuştin.
Şaredarê New Yorkê Eric Adams hişyarî da niştecihan ku ji herêmê dûr bisekinin.
Cîgirê Rêvebirê FBI li ser medyaya civakî diyar kir ku karmendên FBI’yê ji bo piştgiriyê gihîştine cihê bûyerê.
Daîreya Polîsê New Yorkê (NYPD) demek kurt piştî bûyerê, ku bû sedema panîkê, daxuyaniyek weşand û niştecihên bajêr aram kir.
Komîsera Polîsê Daîreya Polîsê New Yorkê Jessica Tisch, di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê X got:
“Cih niha di bin kontrolê de ye, û êrîşkarê tenê hatiye bêbandorkirin.”
Di vê navberê de, nûçeyên medyaya Amerîkî yên ku behsa polîsên New Yorkê dikin, ragihandin ku êrîşkar li qata 33’an a avahiyek li Park Avenu xwe kuştiye.
Rewşa rastîn a qurbaniyan nayê zanîn.



