Vîrûsa Corona..li Çînê 56 kesan jiyana xwe ji dest dan

Vîrûsa Corona ya ku li bajarê Wuhan yê Çînê derketî û belav dibe, hêjmara miriyan zêde dike. Heta niha ji ber vîrûsê 56 kesan jiyana xwe ji dest daye. Tenê di nava 24’saetên dawiyê de 16 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Vîrûsa Korona ya ku ev 45 roje li bajarê Wuhan yê Çînê derketî, cîhan xistiye nava metirsiyê.

Bi derketina vîrûsê heta niha, heroja ku derbas dibe herî kêm kesek dimire.

Heta niha li Çînê 56 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Komîsyona tenduristiya netewî ya Çînê ragihan ku li tevahî welêt, 324 jê giran vîros li hezar û 975 kesan belav bûye.

Li gorî herêman,

Li Hubey 52, Hinana 1, Hibey 1, Heylongciang 1 û Şanghayê kesekî jiyana xwe ji dest dan.

2 hezar û 864 kes jî goman li ser wan heye ku vîrûs derbasî wan bûye.

Komisyonê dazanîn ku di nava 24 saetên dawiyê de, vîrûs derbasî 688 kesî bûye.

Ji derveyî Çînê heta niha vîrûsa Korona, li Tayland 4, Japonya 2, Koreya Başûr 2, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka 2, Vietnam 2, Singapur 3, Malezya 3, Nepal 1, Fransa 3 û Awustralya kesek bandûr bûne.

Di vê navberê de li Japonya 1 û li Taylandê jî 2 kesên bi vîrûsê ketîn hatin aşlêkirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka xebatkarên konsolxaneya xwe ya li paytexta Çînê Pekînê vedigerîne welêt.

Wezareta Derve ya Fransayê jî diyar kir ku ew li ser vebijêrkên vegerandina welatiyên xwe yên li bajarê Wuhan yê Çînê dixebitin.

Vîrûsa ku ji bajarê Wuhan yê eyaleta Hubey derketî, ew jî di nav de li 13 bajaran belav bûye.

Li bajarên mijara gotinê, zêdeyî 40 milyon kes lê jiyan dikin.

Vîrûsa Korona cara yekemîn li bajarê Wuhan yê eyaleta Hubey 12 Kanûna 2019’an de derket.

Back to top button