Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên HPJ’ê eşkere kir û got:
Şehîd Arîn Qoser û Tolhildan Nûman bûn nimûneya bêdawî ya milîtantiya Rêber Apo li Kurdistanê daye avakirin.
Ji bo pêkanîna armanc, xewn û xeyalên wan soza serxistina têkoşîna wan didin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê nasnameya 2 gerîlayên HPJ’ê eşkere kir.
YRK’ê sersaxî ji malbata şehîd Arîn Qoser û Tolhildan Nûman re xwest û wiha got:
Rêheval Arîn û Tolhildan li ser hîmê fikr û ramanên Rêber Apo bê navber xwe perwerde û zana kirin.
Bi tevlîbûnekr pir bihêz, xwe beşdar kirin û bûn nimûneya bêdawî ya milîtantiya Rêber Apo li Kurdistanê daye avakirin.
YRK’ê li ser têkoşîna şehîd Arîn Qoser ev tişt got:
Arîn Qoser di temenekî pir ciwan sala 2015’an biryara beşdarbûna nava refên gerîlayan digire.
Bi tevlîbûnê re di her kar û xebatê ku dide meşandin de her tim armanca xwe ya sereke li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Li gelek qadan tekoşîn û beşdarbûneke di asta herî jor de dide raberkirin.
Hevrêya me ji bo Kurdistaneke azad bê navber şer û têkoşiya.
Li ser têkoşîn û tevlîbûna şehîd Tolhildan Nûman jî YRK’ê wiha nirxandin kir:
Tolhildan Nûman ewladeke xaka Rojhilatê Kurdistanê ye.
Ji ber rastiya dijmin fam dike , sala 2023’yan de biryara tevlîbûna nava refên gerîlayan distîne.
Di nava refên me de xwedî qabîliyeta pêşketina her demî bû.
Em jî weke Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê careke din ji malbatên şehîdên xwe re û ji hemû gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Ji bo pêkanîna armanc, xewn û xeyalên wan soza bilindkirin û serxistina têkoşîna wan didin.
Agahiyên li ser nasnameya her 2 şehîdan wiha ye:

Nasnav: Arîn Qoser
Nav û Paşnav: Zîlan Esen
Cihê ji dayikbûnê: Qoser
Dayîk-Bav: Zûbeyde-Osman
Dem û Cihê Şehadetê: 2024-Asos

Nasnav: Tolhildan Nûman
Nav û Paşnav: Kanî Talireng
Cihê ji dayikbûnê: Merîwan
Dayîk-Bav: Sîrwe-Eta
Dem û Cihê Şehadetê: 2024-Asos



