Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack got ku nirxandinên Mezlûm Ebdî yên derbarê entegrekirina QSDê di nav artêşa Sûriyeyê de pir girîng in.
Tom Barrack piştî daxuyaniya Fermandarê Giştî ya (QSD) Mazlum Ebdî yên derbarê entegrekirina QSDê di nav artêşê û têkiliyên dîplomatîk de daxuyaniyek da.
Barrack di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê X’ê de bal kişand ser nirxandinên Ebdî ya bi televîzyona El Hadath re û diyar kir ku daxuyaniyên Ebdî yên li ser entegrekirinê ji bo Sûriyeyê girîng in.
Barracak wiha got:
“Em spasiya xwe ji bo Mezlûm Ebdî, El-Şaraa û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê dikin.
Em diyaloga avaker a ber bi entegrasyon û yekîtîyê ve diçe teqdîr dikin.
Em li benda berdewamiya nîqaşan ji bo pêşerojeke bi ewlene!”



