Komeleya Dostên Nexweşên Penceşêrê ya Siwêdayê diyar kirin ku 350 nexweşên penceşêrê jiyana wan di xeteriyê de ye û bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên peywendîdar kir ku ji bo wan destwerdanek lezgîn bê kirin.
Têkildarî mijarê rêveberê komeleyê Dr. Ednan Miqlid axivî.
Miqlid ragihand ku pêdiviya hezar û 350 nexweşan bi dermanan heye û got:
“Ji ber nebûna derman wê karesetên mirovî rû bidin.”
Dr. Miqlid rewşa dorpêçê bibîrxist û diyar kir ku ew hewl didin dermanên heyî bi awayekî wekhev li nexweşxaneyan belav bikin, lê derman gelekî hindik e.
Her wekî Ednan Miqlid anî ziman ku 45 nexweş li Şamê asê mane û got:
“Ev nexweş ji ber dorpêça li ser Siwêdayê nikarin vegerin.
Hemû hewldanên aliyên peywendîdar û rêxistinên mirovî yên ji bo vegera wan kesan jî bê encam bûn.”
Komeleyê di vê dawiyê de lîsteya dermanên sereke yê ku pêwistiyan wan pê heye belav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku ku tavilê bersivê bide.



