Ciwanek Sûrî ku ji Almanyayê vegeriya bû, di di girtîgehên hêzên hikumeta veguhêz de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.
Têkildarî mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê daxuyaniyek da.
Navendê ragihand ku ciwanek ji taxa Qabûn ya Şamê ku li Almanyayê dima, dema serdana Şamê kir, ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hat kuştin.
Piştî çend rojan cenazeyê wî radestî malbata wî hat kirin, li ser cenaze wî jî şopên îşkence û kulman hebûn.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, piraniya wan ji Humsê heta niha 45 kes di girtîgehên hikumeta veguhêz de jiyana xwe ji dest dane.



