Rêxistina PYD`yê ya Tebqayê di civînekê de got, ji bo bidawîkirina êşên sûriyeyiyan, demokratîkirina Sûriyeyê pêwîst e. Her wiha teqezî bi avakirina eniyeke hundirîn a hevgirtî ji bo ku aştî pêk were, kir.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola Pakrewangeha Şehîdan a Tebqayê civînek li dar xist. Di civînê de geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê û nêrîna xwe der barê çareserkirina aloziya heyî de nîqaş kir.
Endamên rêxistinê yên kantona Tebqa û kantona Efrînê û Şehbayê, nûnerên meclisên malbatên şehîdan, Partiya Sûriya Pêşerojê, şêniyên Tebqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê tev li civînê bûn.
Hevserokê PYD`ê Xerîb Hiso civîn bi rêve bir û behsa nakokiyên rewşa heyî kir û got: “Sûriye tenê bi demokratîkirinê ji vê kirîzê xilas dibe.”
Hiso berdewamkirina zihniyeta zordest piştî ketina rejîma Baasê, êş û koçberiya zêdetirî 10 milyon sûriyeyî kûrtir kir. Lewma bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku bi aliyên Sûriyeyê re li hev were, tawîzên nîştimanî bide li şûna ku serî ji aliyên derve re bitewîne.
Hiso diyar kir ku civatên navneteweyî û erebî berpirsên berdewamkirina aloziyê li Sûriyeyê ji ber ku bê deng in. Li gorî wî, dema çareserî sûriyeyî-sûriyeyî be, li ser aştiyê eniyeke hundirîn ava bibe ku bikare welêt ji nû ve ava bike, wê demê alozî namîne.
Hiso, ji bêçekkirina şêniyên herêmê hişyar da û got: “Ew xeteke sor e. Li hember gef û komkujiyên li dijî herêmê, xurtkirina hêza xwe parastinê divê.”
Hiso behsa êrişên li dijî Siweydayê kir û wiha domand: “Bi gefan, vîna gelê berxwedêr naşike. Ji bo ku lihevkirineke demokratîk pêk were ku mafên hemûyan û yekitiya sûriyeyiyan dabîn de, divê hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de, berdewam bikin.”



