Wezîrê Karê Derve yê Rûsiya Sirgî Lavrov li Mosko bi Wezîrê Karê Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Esed El Şêbanî re hevdîtin pêk anî, di hevdîtnan de rewşa dawî li Sûriyê, peymanên berê di navbera her du aliyan de hat nîqaşkirin.
Lavrov diyar kir ku welatê wî girîngiyê dide ku Kurd cihê xwe di hikûmeta nû ya Sûriyê de bigirin.
Di heman demê de Rûsiya piştgiriya danûstendinek netewî ya Sûriyê, dike.
Ji bo rewşa mirovî li Siwêdayê jî Lavrov destnîşan ku li wir li hevkirine ku nexweşxaneyek meydanî bê vekirin.
Her wekî Lavrov ji bo parastina ewlehiya dîplomatên Rûsiya li Sûriyê spasiya Şeybanî kir û got:
“Cezayên aborî li ser Sûriyê jiyana gel asteng dike.
Em hêvî dikin gelê Sûriyê ji vê aloziyê rizgar bibe, armî û ewlhî serwer bibe.”
El Şêbanî îda hikûmeta Sûriyê mafê hemû pêkhateyan misoger dike û ev tişt anî ziman:
“Hemû pêkhateyên gelê Sûriyê dê cihê xwe di perlemenê de bigirin.
Hikûmetê perspektîfên zelal ji bo parastina hemû pêkhateyan derxistiye.”



