Hikumeta veguhêz a Sûrî ragihand ku ji bo lêkolînkirina komkujiyên li Siweydayê, komîteya lêpirsînê ava kiriye.
Lê belê, gelek kesan ev rewş wekî durûtî, ji cidiyetê dûr nirxandin û bi komîteya lêpirsînê ya berê re ku ji bo lêpirsîna qirkirinên li Berava Sûrî hatibû avakirin, qiyas kirin.
Wezareta Edaletê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku ji bo lêkolînkirina komkujiyên li Siweydayê, komîteyeke lêpirsînê ava kiriye.
Bikarhênerên medya dijîtal komîteya lêpirsînê ya ji bo berava Sûrî hatibû avakirin bi bîr xistin, diyar kirin ku ruxmî ku gelek binpêkirin hatibûn belgekirin jî vê komîteyê ser hemûyan girtibû û hesab ji ti kesekî nehatibû pirsîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji dema ku desthilat bi dest xist gelek caran êrîşî Durziyan kir. Herî dawî ji 13’ê Tîrmehê û şûn de êrîş dijwartir kir, lê bi berxwedana civaka Durzî li Siwêdayê şkest. Niha Siwêda di bin dorpêça Hikumeta Veguhêz a Sûrî de ye.



