Pisporê karûbarên tevgerên Îslamîk ên tundrew Sebra Qasimî got ku hêjî DAIŞ li Sûriyê bi dawî nebûye.
Qasimî got ku hikûmeta Veguhêz a Sûrî ji DAIŞ’ê re bûye sîwaneke siyasî.
QSD’ê tekane rêxistina leşkerî ku Sûrî ji terora DAIŞ’ê xilas kir lê keda şervanên wê ji aliyê hêzên navneteweyî ve hêjî cidî nehatiye girtin.
Ji bo rêgirtina li pêşiya tundrewiyê li Sûriyê bê girtin, divê QSD’ê esas were girtin.
Pisporê karûbarên tevgerên Îslamîk ên tundrew Sebra El-Qasimî derbarê DAIŞ’ê û tevgerên tundrew li Sûriyê ji Televizyona me re axivî.
Sebra Qasimî diyar kir ku hêjî DAIŞ’ê li Sûriyê bi dawî nebûye û wiha got:
“DAIŞ hikûmeta veguhêz ji xwe re sîwaneke siyasî dibîne”
QSD’ê rê li ber DAIŞ’ê li bakur û rojhilatê Sûriyê girt.
Lê belê di hundirê Sûriyê de hêjî çalakiyên DAIŞ’ê zindî ne.
DAIŞ’ê hêz û piştgiriyê ji Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li Şamê digire.
Hikûmeta Veguhêz a Sûrî ji DAIŞ’ê re bûye sîwaneke siyasî.
Pispor Sebra Qasimî da zanîn ku ji dema HTŞ’ê hatiye ser deshilatê çalakiyên DAIŞ’ê li Sûriyê zêde bûye. Her wiha Hikûmeta Veguhêz di danûstandinên xwe yên li gel QSD’ê xwest ku girtîgehên DAIŞ’ê radestî wê bibe û got:
Çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên QSD’ê de endam û hevalên berpirsên Hikûmeta Veguhêz in û wiha dewam kir:
“Tirkiyê û hikûmeta veguhêz a Sûriyê destekê didin DAIŞ’ê”
DAIŞ’ê hikûmeta veguhêz ji xwe re xelasî dibîne.
Hikûmeta Veguhêz bi her awayî dixwaze çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehên QSD’ê rizgar bike.
Ji ber vê yekê daxwaz ji QSD’ê kir ku ew girtîgehên DAIŞ’ê li bakur û rojhilatê Sûriyê kontrol bike.
Tirkiyê desteka lojîstîk bi rêya Hikûmeta Veguhêz dide DAIŞ’ê.
“QSD’ê tekane hêza ku dikare rê li ber DAIŞ’ê li herêmê bigire”
Sebra Qasimî di nava axaftina xwe de îşaret bi xeteriya jinûve derketina DAIŞ’ê li Sûriyê kir û got:
Welatiyên Sûrî bi xeteriyên mezin re rûbirû ne.
Eger DAIŞ’ê vê carê wê herêmê bi giştî bide ber xwe.
Tenê QSD’ê li Sûriyê dikare rê li ber DAIŞ’ê bigire.
Divê destekdayîn ji bo QSD’ê zêdetir bibe.
“Xwînsariya Koalisyonê li hemberî girtîgehên DAIŞ’ê cihê rexneyê ye”
Pispor Sebra Qasimî di nava axaftina xwe spasiya QSD’ê kir ku ta niha berdêlên mezin daye û heybeta DAIŞ’ê li Sûriyê şikand û wiha axaftina xwe bi dawî kir:
Civaka Navneteweyî bi QSD’ê re li dijî DAIŞ’ê li hev kir.
Lê piştî ku QSD’ê DAIŞ li herêmên xwe bi dawî kir, niha bi xwînsarî nêzî dosyaya DAIŞ’ê dibe.
Girtîgehên ne tenê berpirsyariya QSD’ê ye.
Divê Civaka Navneteweyî xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li vê dawiyê raporeke navneteweyî fikarên xwe derbarê jinûve derketina DAIŞ’ê li Sûriyê û Bakurê Afrîkayê anî ziman û şiyarî ji xeteriyên wê li ser giştî herêmê da.



