Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku çekdarên nenas êrişî benda kontrolê ya li bajarokê Hewayic Zîban kir.
Lê belê, hêzên wan bersiv daye û êriş têkşkandin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn got 1’ê Tebaxê li dijî benda kontorlê ya li bajarokê Hewayic Zîban êrişek çêbûye.
Li hemberî vê êrişê Hêzên Ewlekariya Hundirîn tavilê bersiv dan û êrîşkar neçar man birevin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştrast kir ku hewldanên bi vî rengî wan ji pêkanîna erkê û parastina ewlehiya herêmê dûr naxe.



