Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên ku di sala 2019’an de şehîd bûne eşkere kir.
HPG sersaxî ji malbata her 5 şehîdan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku Andok, Cemre, Şêrko, Delal û Yilmaz di sala 2019’an de li Zapê û Heftanînê şehîd bûne û got:
“Hevrêyên me bi biryardariyeke mezin her wezîfeya li ser esasê pîvanên Partiyê bi cih anîn û bûn meşaleyeke ku wê her tim rêya me ronî bikin.
Hevrêyên me milîtanekî Apoyî bûn ku bi saya baweriya xwe ya bi Rêber Apo û Partiya me û bi dilsoziya xwe ya ji bo nirxên azadiyê yên gelê me, bawerî dan hemû hevrêyên xwe.
Di nava xebatên ku ji bo Partiya me pir girîng de, cih girtin.
Hevrêyên me yên ku ji bo parastina destkeftiyên gelê me û birina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ber bi serkeftinê ve bi berdêlên giran di nav refên têkoşînê de cih girtin.
Mîlîtanên fedayî yên Apoyî Andok, Cemre, Şêrko, Delal û Yilmaz, bi fedakariyeke mezin di xeta fedaîtiyê de têkoşîna me ya ji bo serkeftinê bi biryardarî meşandin.
Hevrêyên me bi helwesta xwe ya Apoyî û bi îradeya xwe ya bêdawî, ji me re mîrateyeke têkoşînê ya mezin hiştin.”
HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata her 5 şehîdan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û soz da ku şehîdên qehreman di Kurdistana azad de bi bîr bînin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên der barê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Andok Qoser
Nav û Paşnav: Abdullah Korhan
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dê-Bav: Fahriye-Sadun
Dîrok û Cihê Şehadetê: 15 Tîrmeh 2019 / Zap

Nasnav: Cemre Agir
Nav û Paşnav: Kader Deniz
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dê-Bav: İpek-Nurettin
Dîrok û Cihê Şehadetê: 15 Tîrmeh 2019 / Zap

Nasnav: Şêrko Ehmed Rapo
Nav û Paşnav: Mehmet Sait Aydogmuş
Cihê Jidayikbûnê: Şîrnex
Navê Dê-Bav: Gurbet-Abdulbaki
Dîrok û Cihê Şehadetê: 15 Tîrmeh 2019 / Zap

Nasnav: Delal Botan
Nav û Paşnav: Sîmîn Sidik
Cihê Jidayikbûnê: Xoy
Navê Dê-Bav: Mahsume-Cafer
Dîrok û Cihê Şehadetê: 15 Tîrmeh 2019 / Zap

Nasnav: Yilmaz Şaho
Nav û Paşnav: Murat Karagol
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dê-Bav: Hemsi-Hasan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 16 Tîrmeh 2019 / Heftanîn



