Fermandariya Giştî ya YPG’ê di salvegera 11’an de şehîdên Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ya li dijî civaka Êzidî bibîranîn.
YPG’ê diyar kir parastina civaka Êzidî tenê bi naskirina statuya xweser a Şingalê pêkan e.
Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel-YPG’ê di daxuyaniya xwe ya derbarê salvegera êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê de, kuştina bi hezaran welatiyên Êzidî û revandina wan bi bîr xist û diyar kir civaka Êzidî hê jî bi pirsgirêkên ewlehî û aramiyê re rû bi rû ye.
YPG’ê diyar kir armanca êrişan tunekirina hebûn û nasnameya civaka Êzidî bû û got,
“Hêzên berpirsyar civaka Êzidî a li Şengalê neparastin, di dema êrîşên DAIŞê de erka xwe bi cih neanîn.
Vê karesatê ne tenê êşeke fizîkî, birîneke kûr di civaka Êzidî de vekir ku heta îro bandora wê berdewam dike.”
YPG: Parastina Civaka Êzdî bi naskirina statûya Şengalê pêkan e
YPG’ê diyar kir parastina civaka Êzdî û çareserkirina pirsgirêkên wan tenê bi naskirina statuya xweser a Şingalê pêkan e û got,
Divê civak û saziyên navneteweyî û dewleta Iraqê erka xwe ya naskirina statuya Şingalê bi cih bînin.
Tenê bi vî rengî wê êşa bi salan a gelê Êzidî û pirsgirêka wan çareser bike.”
YPG’ê di dawiyê de diyar kir ew ê li dijî xeterî û gefên li ser civaka Êzidî û hemû gelên herêmê têkoşîna xwe bidomînin.



