Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê 11’emîn salvegera jenosîda Şengalê, şehîd û qurbanî bi bîr anî û got: “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsiyariya xwe ya mirovî bi cîh bîne û pêşî li welatên ku piştgirî dane DAIŞ’ê bigire.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya 11’emîn salvegera jenosîda çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê, daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Em salvegera 11ˊemîn a komkujiya Şengalê ku di sala 2014’an de pêk hat bi bîr tînin ku yek ji pêngavên qirkirina Êzidiyan bû. Armanc wê tinekirina hebûna vê civaka kevnar bû.
Her wiha ev jenosîd wekî jenosîda herî hovane û giran a serdema nûjen tê hesibandin. Li ber çavên cîhanê tiştê herî wêranker ji bo Êzidiyan ew bû ku ew ji aliyê hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê ve bêparastin hatin hiştin.
Hikûmeta Herêmê li şûna parastina wan, bêyî ku bi DAIŞ’ê re rûbirû bibe, pêşmerge vekişand, di heman demê de hikûmeta Bexdayê jî bû temaşevan.
Em şehîdên Fermana 74’an bi bîr tînin ku ji gerîla, Hêzên Parastina Gel, jinan û şehîdên Êzidî pêk tên. Ew ji bo parastina civaka Êzidî şer kirin û şehîd bûn.
Êzdayetî ola yekem a li Rojhilata Navîn bû, fîtnekaran fetwa derxistin û daxwaza qetila zilaman û kolekirina jinan kirin. Di dema qêrîna keçek heft salî ya Êzidî gihişt ezmana ku ji aliyê çeteyan ve rastî tecawîzê hat û dawiyê de jiyana xwe ji dest da, wijdana serokên cîhanê neliviya.
Ji bilî aliyên ku li jor hatine behs kirin, Tirkiye û hin welatên herêmê di trajediya ku bi serê Şengalê de hat de roleke mezin lîstin û piştgiriya leşkerî, dîplomatîk û darayî dan DAIŞ’ê. Lê li hember vê lihevkirina xurt a li dijî Şengal û Êzidiyan, Yekîneyên Parastina Jinan, Yekîneyên Parastina Gel û gerîla ji bo Şengalê biparêzin bi mêrxasî şer kirin. Ger ne di demê xwe de bihatana, Êzidî dê biketiban ber tunebûnê.
Rêveberiya Xweser a Şengalê salvegera 11’emîn a qirkirinê (bi dirûşmeya Serhildana Şengalê) bi bîr tîne.
Emê ji kesên ku destê wan di jenosîdê de hebûn, hesab bipirsin. Tevî hemû hewldanên şikandina îrade, hêz û têkoşîna me jî, îro em dibêjin em li virin û em berdewam dikin.
Piştî 11 salan, îro em ji cîhanê re dibêjin ku hêza ku ji nav jenosîdê hatiye afirandin êdî nayê şikandin. Ji ber vê yekê, em bang li hemû Êzidiyan dikin ku êşa qirkirinê derbas bikin û ji bîr nekin, ji bo rûbirûbûna her êrişeke din, rêxistina xwe xurtir bikin.
Em bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsiyariya xwe ya mirovî bicîh bîne da ku pêşî li welatên ku piştgirî dane DAIŞ’ê bigire.
Her wiha em daxwazên xwe yên ji bo naskirina navneteweyî ya buyerên di sala 2014’an de bi serê Êzidiyan de hat, jenosîd kirin, ji nû ve dubare dikin.
Her wiha em bang li welatên ku civaka Êzidî nas kirine dikin ku berpirsiyariyên xwe bicîh bînin û zextê li hikûmet û parlementoya Iraqê bikin da ku jenosîda Êzidiyan û Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin. Ji ber ku ev li gorî destûra bingehîn a Iraqê, mafek rewa ye.
Bi boneya salvegera 11’an, em soz didin civaka xwe ya Êzidî li Şengalê ku Rêveberiya Xweser bi daxwazkirina mafên Êzidiyan destpêkiriye, bi parastina wan û bidestxistina mafên wan emê biqedînin.
Her wiha emê ji bo ku pêkhateya Êzidî bikin hêzek xurt ji bo rêveberiyê bixebitin, emê ji bo ku parlementoya Iraqê tiştên ku di sala 2014’an de qewimîn wekî jenosîd nas bike û ji sûcdaran hesab bipirse, bixebitin.
Di dawiyê de, em bang li welatiyên Şengalê yên di kampan de dikin ku vegerin ser cih û warên xwe. Ji ber ku tiştê ku di kampan de diqewime, bi şêwazek din berdewamiya qirkirinê ye.”
Hêjayî gotinê ye ku beriya 11 salan, di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê piştî dagirkirina Musilê, êrişî Şengalê kirin.
Di encamê de nêzî 3 hezar kes hatin qetilkirin, 6 hezar 420 kes hatin revandin ku ji vê hejmarê nêzî 3 hezar û 600 kes hatin rizgarkirin, lê hîna 2 hezar û 535 kes çarenûsa wan nediyare.



