Di 24 saetên dawî de li Şerîda Xezayê 5 kesên din ji birçîbûnê mirin, bi vê yekê hejmara miriyan gihîşt 180 kesan, ku 93 ji wan zarok bûn.
Her wiha di êrişên Îsraîlê li heremên cuda yên Xezayê de 22 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê daxuyaniyek nivîskî weşand û hejmara miriyên ji ber birçîbûnê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 24 saetên dawî de 5 Filistîniyên din ji ber birçîbûnê mirine, bi vê yekê hejmara miriyan gihîşt 180 kesan, ku 93 ji wan zarok bûn.
Li Xezayê di êrîşên Îsraîlê de 22 kes hatin kuştin
Her wiha li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê, artêşa Îsraîlê dîsa kombûnên Filistînî, yên ku li benda alîkariya mirovî bûn û malên sivîlan li Xezayê hedef girt.
Leşkerên Îsraîlê li nêzîkî Korîdora Netzarim a li navenda Xezzeyê gule li Filistîniyên ku li benda alîkariyê bûn reşandin.
8 kes hatin kuştin û herî kêm 50 kes birîndar bûn.
Li Refahê, 2 kes dema ku li nêzî navendeke belavkirina alîkariyê bûn,gule li wan hatin reşandin, hatin kuştin û herî kêm 20 kesên din jî birîndar bûn.
Li taxa Şucaiye ya bajarê Xezayê du deverên kombûna sivîlên Filistînî hatin lêdan.
Di bombebaranê de 7 kes hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê êrîşek li ser herêma Heqir, li başûrê Deyr el Belahê da destpêkirin, di encamê de 3 kes hatin kuştin.
Di êrîşeke topavêj ya artêşa Îsraîlê li ser herêma Beyt Lahiya li bakurê Şerîda Xezayê de 2 kes hatin kuştin.
Ji 27’ê Gulanê ve, di êrîşên sîstematîk ên li ser xalên belavkirina alîkariyê yên li Xezayê de, herî kêm hezar û 487 kes hatine kuştin û 10 hezar û 578 kes jî birîndar bûne.
Îsraîlê di meha tîrmehê de li Şerîa Rojava hezar û 821 êrîş pêk anîn
Li aliyê din Konseya Li Dijî Wargehên Cihûyan daxuyaniyek weşand ku daneyên herî dawî yên li ser vê mijarê bi hûrgilî rave dike.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di meha Tîrmehê de li Şerîaya Rojava û Rojhilatê Qudsê hezar û 821 êrîş li dijî Filistîniyan hatine kirin.
Ji van êrîşan, hezar û 355 ji hêla leşkerên Îsraîlî ve hatine kirin, di heman demê de 466 ji hêla Îsraîliyên ku axa Filistînê dagir kirine ve hatine kirin.
Li gorî raporê, di van êrîşan de, ku êrîşên çekdarî, desteserkirina erdê, astengkirina rêyan û koçberkirina bi zorê pêk hatine, 4 Filistînî hatine kuştin.



