Şandeya Îmraliyê ya Dem Partiyê têkildarî îdîayên ku tê gotin axaftinên Rêber Apo ne daxuyaniyek da û destnîşan kir ku divê ti kes baweriya xwe bi agahiyên ne fermî neînin.
Şandeyê got di demên dawî de li ser hin tevnên dijîtal bi îdîaya “notên hevdîtinê” yên Rêber Apo hin tişt tên parvekirin, ev ne rast in.
Şandeyê wiha domand: “Ti têkiliya van notan bi rewşa wê ya resen re nîn e, bi temamî manîpule ne. Ji derveyî naveroka wê, lê hatiye zêdekirin, bi taybet hinek mijar bi hinek kesan ve tên girêdan û hevdîtinên Birêz Ocalan tên berovajîkirin.”
Şandeyê destnîşan kir ku hewldanên bi vî rengî parçeyeke ji plana jihevxistina zemînê diyalog û çareseriyê ye û wiha pê de çû: “Em careke din hişyarî didin; ji derveyî şandeya Îmralî yan jî hevdîtinên bi rêya parêzer û malbatan a bi Birêz Ocalan re ji ti belge, not û agahiyên pişta xwe nede navendên fermî bawer nekin. Parvekirina agahiyên wiha tê wateya operasyoneke ya şaşkirina raya giştî.”
Şandeya Îmraliyê ya Dem Partiyê herî dawî daxwaz ji raya giştî kir ku li hemberî hewldanên wiha provakatîf hişyar bin.


