Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce ragihand ku ew piştgiriyê didin hewldanên QSD’ê ên mayîndekirina aştiyê ya li bakur û rojhilatê Sûriyê.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce di daxuyaniya rojane ya çapemeniyê de pêşketinên li Sûriyê nirxand.
Tammy da zanîn bi armanca pêkanîna ewlekarî û aramiyê ew bi hemû aliyan re danûstadinên xwe didomînin û got,
“Bi armanca entegrekirina QSD’ê ya li artêşa Sûriyê, em piştgiriyê didin diyaloga hikumeta Sûriyê û QSD’ê. Dîsa em piştgiriyê didin hewldanên QSD’ê yên li bakur û rojhilatê Sûriyê ên agirbesta heyî veguherandina aştiyeke mayînde.
Erka pêkanîna aştî û aramiya li Sûriyê dikeve ser hikumeta nû.
Tammy Bruce derbarê rewşa Siwêdayê de diyar kir rêya herî baş ya rawestandina tundiyê û pêkanîna aştiyê û çareseriya mayînde, dîplomasî ye û got,
“Amerîka kêfxweş e ku ji bo Siwêdayê navbeynkariya çareseriya mayînde dike. Her wiha li gel Fransayê ji bo ji nûve entegerasyona bakur-rojhilat ya li Sûriya yekbuyî kêfxweş in.
Em bang li aliya dikin aramiyê biparêzin û li şûna xwînrijandinê nakokiyên xwe bi danûstandinê çareser bikin.



