Zarokekî ji gundên Girê Spî yê di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, piştî ku tê kuştin cenzeyê wî davêjin bîrek avê.
Jinek û kurê xwe ji gundê Şûtê yê girêdayê Girê Spî diçin Şamê da ku bijîşikekî bibînin.
Li nexweşxaneyê jin li gel bijîşk nexweşiya xwe şîrove dike.
Wê demê kurê wê yê 14 salî ji dayîka xwe re dibêje ez ê biçim firoşgehê tiştekî bikrim, lê hew vedigere.
Piştî vê bi 2 rojan cenazeyê zarok di bîrekî de dibînin.
Tîmên rizgarkirinê cenzeyê ji bîrê derdixin.
Hîn jî kes nizane bê sûcdar kî ye an jî ji bo çi ev sûc kiriye.



