Li Tirkiyê erdhejek bi meznahiya 6.1 pile çêbû, bandora wê li gelek bajarên Tirkiyê û bi taybet li Stenbo hat hîskirin.
Têkildarê erdhejê AFAD’ê, daxuyaniyek da.
AFAD ragihand ku erdhej navenda wê li navçeya Sindirgi ya Balikesîrê di saet 19:53’ê êvarê de bû.
Li gorî AFAD’ê, erdhej di kûrahiya 11 kîlometreyan de çêbû û bi qasî 30 saniyeyan dom kir.
Her wiha medyaya civakê yên kesên ku erdhej hîs kirine jî teqez kirin ku erdhejê bi qasî 30 saniyeyan dom kir.
Wezîrê Karên Hindir Ali Yerlikaya diyar kir ku heta niha tu bûyerên neyînî yên girêdayî erdheja 6.1 pileyî ya ku li Sindirgi ya Balikesîrê çêbû tune ne.



