Di heman demê de xelkê bajêrêSiwêda ji bo sivikirina bandora krîza mirov a li wir çêbûye, banga destwerdana derve û vekirina korîdoran bi Urdunê û Rêveberiya Xweser re dikin.
Rêveberê firineya giştîa li bajarê Siwêdayê, Miwefeq Ebdulbaqî diyar kir alîkariyên mirovî yên ku dem demê derbasî bajêr dibin kêm in, têra rojekê yan du rojan nakin û got:
“Ard û sotemeniya pêwîst ji bo xebitandina firineyanan, kêm in, lewma kapasîteya firineyên taybet kêm bû û ew jî bi xwe re zext li ser firineyên giştî zêde kir.”
Şêniya bi navê Ibtîsam El Sefedî jî desnîşan kir ku ji bo ku nan bi dest bixe mecbûre heta saetên dirêj di sira de bimîne.
Her wiha endzeyar û çalakvanê siyasî Musena El HInawî da zanîn ku piştî hikumeta veguhêz dîmenên li ser alîkariyan dikişînin gelek ji wan kamyonan dîsa vedigerînin Şamê û dixwaze ku ew tenê piştgiriyê belav bike lê şênî vê ti carî qebûl nakin.



