Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte diyar kir ku dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve dikare bi awayekî fiîlî were naskirin.
Lêbelê, Rûtte teqez kir ku divê ew ji hêla siyasî ve neyê naskirin, û dagirkirina Baltik a serdema Sovyetê bi bîr xist.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte beriya civîna Trump-Putin pêşniyar kir ku “modela Baltîk” ji bo deverên dagirkirî yên Ukraynayê were bicîhanîn.
Tê payîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja Înê 15’ê Tebaxê li Alaskayê, eyaleteke Amerîkî ku sînorê Rûsyayê ye, bicivin.
Di hevpeyvînekê de bi kanala ABC News a Amerîkî re Rutte got ev civîn derfetek peyda dike ku cidîbûna Putin di derbarê bidawîanîna şer de were ceribandin.
Rutte teqez kir ku divê her peymanek potansiyel sînorkirinên li ser kapasîteya leşkerî ya Ukraynayê an jî sînorkirinên li ser hebûna NATO’yê li welatên wekî Letonya, Estonya, an Fînlandiyayê negire nav xwe.
Rutte da zanîn ku dagirkirin dikare defakto were pejirandin lê divê bi fermî neyê naskirin û got:
“Dema ku dor tê ser qebûlkirina ku Rûsya defakto beşek ji axa Ukraynayê di peymanek pêşerojê de kontrol dike, ev hewce ye ku naskirinek defakto be, ne naskirinek siyasî an qanûnî be.”
Rutte bi bîr xist ku dagirkirina welatên Baltik ji aliyê Sovyetê ve hatiye kirin û ev tişt anî ziman:
“Em hemû ji bîr dikin ku Lîtvanya, Estonya û Letonyayê di navbera salên 1940 û 1991’an de li Washingtonê balyozxaneyên xwe hebûn.
Amerîka qebûl kir ku Yekîtiya Sovyetê wan herêman kontrol dike, lê qet bi qanûnî qebûl nekir.”
Her wiha Sekreterê NATO’yê Rutte diyar kir ku divê di dema hevdîtinên li Alaskayê de Ukrayna li ser maseyê be.
Li Kîev û paytextên Ewropî fikar hene ku Trump dikare bêyî hebûna Ukraynayê bi Rûsyayê re lihevkirinekê bike.
Trump hefteya borî got ku lihevkirinek “dê hin guhertinên axê di nav xwe de bigire ku dê ji her du aliyan ango Rûsya û Ukrayna re sûdmend be.”



