Li Kobanê ji bo şehîd Koçero Ûrfa, Nûredîn Sofî , Bahtiyar Gabar û Doxan Amed li Qada Şehîd Egîd konê sersaxiyê hate vedan.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê konê sersaxiyê ji bo şehîd Koçero Ûrfa, Nûredîn Sofî û Bahtiyar Gabar, her wiha gerîlayê HPG’ê Doxan Amed li Qada Şehîd Egîd a Kobanê veda.
Di konê sersaxiyê de bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan û malbatên şehîdan amade bûn.
Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û dûre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Bozî sersaxî ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.
Mihemed Bozî anî ziman ku gerîlayên azadiyê ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê li ber xwe didin û wiha got: “Gerîlayên azadiyê ji bo gelê bindest têkoşîneke ew qas sal dan meşandin. Ji ber vê yekê em ê jî her tim li pey doza wan bin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê şopdarên şehîdên xwe bin.”
Cîgira hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk Rohilat Arif di şexsê şehîd Koçero Ûrfa, Nûreddîn Sofî, Bahtiyar Gabar û Doxan Amed de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha axivî: “Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û em bi şehadeta şehîdên xwe serbilind in.
Ev şoreş bi Hakî Kareran dest pê kir û heta roja îro berdewam e. Şehîdên me rihê berxwedanê ji şehîdên me yên destpêkê girtin. Em jî soz didin şehîdên xwe ku em ê şopdarên wan bin.”
Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Firatê Ehmed Xoce jî destnîşan kir ku şehîdên azadiyê her tim bê dudilî di nava têkoşînê de bûn û xebata berxwedanê ji xwe re bingeh girtin û got: “Em ê jî her tim rêya berxwedanê ji xwe re bingeh bigirin û rêya şehîdan bişopînin.”
Hevseroka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî jî got: “Her şehîdek welatek e, dema ku şehîd dibin hêza me li hember dijmin xurtir dibe. Em ê hîna zêdetir têkoşîna xwe xurttir bikin û em tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin.”
Merasîma sersaxiyê bi dirûşman bi dawî bû.



