Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê yekem pêşbirga arîtmetîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dar xist.
Di roja yekem de 60 zarok beşdarî pêşpirkê bûn.
Pêşbirik di çarçoveya pêşxistina jêhatiyên zarokan û xurtkirina baweriya wan bi xwe de, tê lidarxistin.
Pişbirik bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser û Weqfa Super Activity, hat birêvebirin.
Têkildarî pişbirkê rêvebera Weqfa Super Activity ya Sûriyê Semîra El Zîn axivî.
Semîra spasiya Rêveberiya Xweser kir û got:
“Em bi van zarokan serbiind in ku îsbat kirin cîhawazî ne bi temenê ye.
Aqilên biçûk dikarin destkeftiyên mezin bi dest bixin.”
Her wiha di pêşbirkê de ku zarok di robîk, sodoko, vîda, sorbon de hatin pêşberî hev û lîstin.
Di dawiyê de Desteya Çand û Hunerê kadroya saziya Super Activity û zarokên beşdar xelat kirin.



