Vîrûsa Corona ..piştî 14 welatan, vîrûs derbasî Almanyayê bû

Piştî ji Çînê derket û li gelek welatan belav bû, virusa Korona derbasî Almanyayê jî dibe.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Munichê duh ragihand ku zilamek ji devera Starn-berg ku 30 km li başûr-rojavayê Munichê ye, bi virsusê ketiye.

Li Çînê, heya niha hejmara qurbaniyên vê virusê gihaştiye 107 kesan û 4 hezar û 515 kes pê ketine .

Weke tedbîr jî, wezareta perwerdeyê ya Çînî, girtina hemû dezgehên xwendinê ragihand.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, virusên korona ji “komeke mezin a virusan pêk tê û weke şewbê dest pê dike, paşê vediguhere nexweşiyên girantir.

Ev virus, 12ê Kanûna 2019 an, li bajarê Wuhan yê Çînê yekem car belav bû û tê payîn jî ku virusa korona ji bazareke lawiran a li bajarê Wuhanê ku tiştên wê ji derve tên, belav bûye.

Back to top button