Jinên ciwan ên ji kantona Reqa diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne daxwazeke kesayetî ye, lê dozeke girêdayî siberoj û hebûna gelên azadîxwaz e.
Jinan tekez kir ku ew ê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo a fîzîkî her tiştê ji destê wan were, bikin.
Di vê derbarê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Meram Mihemed got ku Rêber Apo projeyeke hevgirtî ji bo avakirina civaka demokratîk pêşkêş kiriye.
Nûr Mihemed jî destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne daxwazeke kesayetî ye, lê belê dozeke girêdayî pêşeroj û hebûna gelên azadîxwaze.
Her wiha Heyfa Kurdo da zanîn ku di vê demê de pêwistî bi zêdekirina asta têkoşînê û di serî de ev ji ciwanan tê xwestin ku rola xwe ya çalak di pêkanîna guhertinê de bilîzin.



