Akademiya Komandos ya Şehîd “Çayan” dewreyeke perwerdeyê ya nû bi navê Şehîd “Qorşîn” bi tevlîbûna 53 şervan dawî kir.
Dewreya ku 4 mehan dom kir, Şervanan perwerdehiya siyasî, rewşenbîrî û leşkerî ya taybet bi hêzên komandos birin.
Di merasîma bidawîkirinê de, hejmarek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û malbatên şervanan amade bûn.
Piştî merasîma leşkerî, yek ji fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mehmûd Qermûx fedakariya şehîdên ku ji bo azadiya gel û welatê xwe canê xwe dane bi bîr anî.
Qermûx behsa domandina tekoşînê kir û got, tekoşîn yekane rêya astengkirina armancên dijmin û parastina destkeftiyên şoreşê û şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Merasîm bi sondayînê bi dawî bû.



