Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, ku di nava şerekî navxweyî de ye, şewba kolerayê bi lez belav dibe.
Doktorên Sînornenas 14’ê Tebaxa 2025’an daxuyaniyek dan û diyar kirin ku tenê hefteyekê herî kêm 40 kes ji ber kolerayê mirin.
Şewbê bandora herî giran li Tawila kiriye ku li bakurê Darfûrê ye.
Li vê derê, li kampên demkî bi sed hezaran kes hene ku ji cih û warê xwe bûne.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, Tawila niha ji nîv milyon mirovî re malovaniyê dike.
Sivîlên ku ava paqij bi destê wan nakeve, li hemberî nexweşiyan hewl didin xwe bi rê û rêbazên xwe biparêzin.
Di nava du hefteyan de nexweşî belav bû û bîlanço giran bû.
Meha derbasbûyî Doktorên Sînornenas zêdeyî hezar û 500 kes derman kir.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji meha Nîsanê û vir ve li Tawilayê nêzî 300 zarok ji ber kolerayê nexweş ketin.
UNICEF hişyariyê dide ku li eyaleta Darfûr a Bakur zêdeyî 640 hezar zarokên kêmî 5 salî bi gefa nexweşiyê re rû bi rû ne



