Di roja duyemîn a sersaxiya ji bo şehîd Nûreddîn Sofî de, pêkhateyên Qamişloyê, sazî û dezgehên bajarên derdorê, kantona Firatê, malbata şehîd Ferhat Dêrik serdana kon kir. Serdan didomin.
Di roja duyemîn a sersaxiyê yê li Qamişloyê ku ji bo Fermandar û Pêşengê Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûreddîn Sofî hatiye danîn, pêkhateyên Qamişlo, fermandar û şervanên QSD’ê berê xwe da kon.
Malbatê û Saziya Malbatên Şehîdan pêşwaziya gel kir. Gel, bi stranên hunermendê mezin Mihemed Şêxo ku şehîd Nûreddîn Sofî pir jê hesdikir û guhdar dikir hatin pêşwazîkirin.
Pêkhateyên li bajarê Qamişlo, Rêxistina Stêr a Şopandina Parastina Mafên Zarokan, sazî û rêxistinên Çilaxa, sazî û rêxistinên Til Hemîs, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Partiya Yekitiya Ermen, Meclisên Gel ên bajarê Reqa, Tebqa û Dêra Zorê serdana kon kir. Gel, sazî û rêxistin bi wêneyên şehîd Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa, Bextiyar Gabar û Rêber Abdullah Ocalan û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin bin kon.
Malbata şehîd Ferhad Dêrik bi dirûşma “Bi can bixwîn em bi te re ne ey şehîd”, li ser singa wan wêneyê şehîd Nûreddîn Sofî, di destê wan de wêneyê şehîd Ferhad Dêrik hatin bin kon.
Dayîka şehîd Ferhad Dêrik Şêrîn Umer ji xwişkên şehîd û jinên di bin kon de helbestek avête ser lehengiya şehîd Nûreddîn Sofî.
Saziya Malbatên Şehîdan xêrhatina kesên hazir kir û merasîm bi rê ve bir. Dubare şehîd Nûreddîn Sofî û tevayî şehîd bi bîr anî.
Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Çilaxa Hezne Temo li ser navê bajarê Çilaxa, Sekreterê Partiya Yekîtiya Ermenî Îmrad Tedriyan, li ser navê saziyên Til Hemîsê Ebdilselam Hisên, Rêveberê Partiya Demokratîk a Aşûrî Wail Mirze, li ser navê Meclisa Gel a Reqa Gidêym Îdam axivîn. Axêveran bi zimanê Kurdî û Erebî sersaxî ji malbatê re xwest û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Aliyên ku fitneyê dixin nava pêkhateyan şermezar kirin û keda şehîd Nûreddîn Sofî ya ji bo yekîtiya pêkhateyan bi bîr xistin.
Tê payîn îro ji bajarên din ên kantona Firatê gel û sazî serdana kon bikin. Dê sersaxî sibe jî bidome.



