Girtiya siyasî Rehîle Rehmîpûr a di girtîgeha qerçek ya Îranê tê girtin, bi tometa “komplo li dijî ewlehiya netewî û propagandaya li dijî dewletê” şeş sal cezaya lê hat birîn.
Ji ber şert û mercên wê yên di girtîgehê de û paşguhkirina tenduristiya wê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve, rakirin nexweşxaneyê.
Derbarê rewşa tenduristiya ya girtiya siyasî Rehîle Rehmîpûr Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî nûçeyek weşand.
Li gorî nûçeya malperê:
Girtiya siyasî Rehîle Rehmîpûr ji ber xwînrijandina hundirîn rakirin nexweşxaneyê û niha di bin çavdêriya nêzîk de ye.
Piştî ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê bi mehan ve hate astengkirin, rakirina wê ji bo nexweşxaneyê.
Her wiha tevî şert û mercên awarte, berpirsan ku di dema rakirina wê ji bo nexweşxaneyê bi karanîna kelepçeyan li ser ferz kirin.
Rehîle Rehmîpûr nexweşiyên weke tumorên mêjî, pirsgirêkên dil û tansiyona bilind pê re derketine.
Berpirsên tiba edlî berê gotibûn diyar kirin ku ew nikarin ji ber tenduristiya wê ya xirab di girtîgehê de bimîne.
Lêbelê, berpirsên dadwerî û girtîgehê ev pêşniyara tiba edlî paşguh kirin.



