Li kantona Reqayê, Hêzên Ewlekariya Hundurîn ya Herêma Bakur û Rojhilatî du kes bi sûcê bazrganî û bi karanîna madeyên hişbirê, girtin.
Têkildarî mijarê navenda ragihandin û çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariyê ragihand:
“Hêzên me yên têkoşîna li dijî hişbirê, agahî wergirtin ku li bajarê Reqeyê kes hene hişbirê bikar tînin.
Yekser hêzên me dest bi lêkoîn û komkirina belgeyan kirin û cihê wan kesan teqez kirin.
Piştir hêzên me bi ser wan kesan de girtin û li gel wan gelek madeyên hişbir, amûrên bikaranîna wê û telefonên destan hat desteserkirin.”
Hêzên Ewlekariyê destnîşan kir ku di dema lê pirsînê de ew kes li xwe mikurhatin ku wan azirganiya madeyên hişbirê û bikaranîna wê dikirin.
Her wiha ji bo cezeyan qanûnî û tedbîrên pêwîst tevî dosiyayên wan ji dozgeriya giştî re hatin şandin.
Hêzên Ewlekariyê di dawiyê de bang li welateyan kir, ji bo tunekirina vê nexweşiyê û tevgerên bi goman navendên wan yên herî nêz agahdar bikin.



