Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê bi daxuyaniyekê salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û diyar kir ku destkeftiyên Kurdistanê berhemên Pêngava 15’ê Tebaxê ne.
Di berfirehiya daxuyaniyê de PYD’ê destnîşan kir ku dîwarên tirsê, zordarî û zilmê yên li ser gel Kurd dihat meşandin bi pêngava 15’ê Tebaxê ya bi durişmeya “Berxwedan jiyane” hate şkenandin.
PYD’ê got:
“Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê wekî ragihandina têkoşîneke çekdarî ya ji rêzê ye, bi qasî ku di aliyê raman, qadên têkoşînê, çand û girêdana bi nirxên mirovî û demokrasiyê de duryanek di rêgeha jiyana gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê de ye.”
PYD’ê daxuyand ku zanebûn, birêxistinbûn, destkeftiyên siyasî, dîplomasî û çandî ku li her çar aliyên Kurdistanê û derveyî wê hatine bidestxistin berhemên Pêngava 15’ê Tebaxê ne.
PYD’ê di dawiyê de soz da şehîdan û rêber Apo ku ew ê bi xet û têkoşîna wan ve girêdayî bin, heta ku xeyalên wan ên azadiya gelan û jiyana hevbeş a li gorî projeya Neteweya Demokratîk bi cih bînin.



