Di navbera Rûsya û Ukraynayê de pevguhertina girtiyan pêk hat.
Hat ragihandin ku 84 leşkerên Rûsî û 84 leşkerên Ukraynayî hatin berdan.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku guhertina girtiyan bi Ukraynayê re bi navbeynkariya Îmaratê pêk hat.
Wezaretê di daxuyanî de wiha got:
“Di encama pêvajoya danûstandinan de, 84 leşkerên Rûsî ji axa ku ji hêla rêveberiya Kîevê ve tê kontrol kirin hatin derxistin.
Di berdêla wê de, 84 leşkerên Ukraynayî hatin berdan.”
Wezareta Rûsyayê destnîşan kir ku leşkerên Rûsî yên hatine berdan li Belarûsê ne û piştgiriya pêwîst a bijîşkî û psîkolojîk werdigirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku ew ê ji bo dermankirinê li navendên bijîşkî yên wezaretê ji bo Rûsyayê werin veguhestin.
84 Ukraynî vegeriyan malên xwe
Serokê Ukraynayê Zelenskî li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku piştî guhertina girtiyan bi Rûsyayê re 84 Ukraynî vegeriyane welêt.
Zelenskî destnîşan kir ku di nav kesên ku hatine guhertin de leşker û sivîl jî hene û got:
“Hema hema hemû hewceyî lênêrîna bijîşkî û rehabîlîtasyonek girîng in.”
Zelenskî ji bo piştgiriya di pêvajoya guhertina girtiyan de spasiya Îmaratê kir.



