150 şervan tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bûn.
Ev ciwan ji 7 gundên Dêra Zorê yên rojhilatê çemê firatê ne.
QSD’ê, gundên van ciwanan ji rejîma Baasê rizgar kirin û vê gavê ew jî biryara parastina xwe didin.
Akademiya Şehîd “Zêbeq” a Kantona Dêrezorê dewreyeke perwerdeyê ya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk, a bi navê şehîd “Ebû Zeyd Ebdulqadir”, bi dawî kir.
Ev yekem dewre ye ji bo xelkê wê herêmê, ji ber vê bi germî hate pêşwazîkirin.



