Hêzên Hikûmeta Veguhêz di dema êrişa li ser Siwêdayê de, gelek sûc kirine.
Çend wêne ji Siwêdayê hatine belavkirin û tê de piştrast dibe ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz dikan û milkên xelkê tev wêran û talan dikin.
Ev wêneyên talankirina dikanekê li Siwêdayê ne.
Bi cilên xwe yên fermî derbas bûne û kamereyên çavdêriyê wêneyên wan kişandine û jinûve hatin belavkirin.
Ev wêne sûcên van çekdaran beleg dikin û nîşan didin bê çendîn wêranî li dû xwe hiştine,
Berî niha jî bi rêya kamereyên çavdêriyê, komkujiya li nexweşxaneya Siwêdayê ya Niştîmanî hat belgekirin û bi rengekî tund hat şermezarkirin.



